Îran têra dibîne tevî Ermenîstanê hevkarîya bahê sê mîlyard dolarî mîyaserke

Serokatîya Komara Îranêye Îslamî têra dîtîye ku hevkarîya nêzîkî sê mîlyard dolarî tevî Ermenîstanê mîyaserke.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda baylozê Îranêyî li Ermenîsîanê Mehdî Sobhanî gotîye, dema ku ewî derheqa potênsyala hevkarîya êkonomîkîye di navbera Ermenîstanê û Îranêda xeberdaye.
“Potênsyala hevkarîyêye mezin heye. Nava wan govekada, nava kîjanada îdî hevkarî heye, ew dikarin bibin bingeh ku di navbera herdu welatada nava govekên kirîn-frotanê, sîyasî û êkonomîkîda pêşketin hebe”,-bayloz gotîye.
Ewî serda zêde kirîye, wekî cêribandina Îranêye mezin nava rêçêkirinêda, bi taybetî nava çêkirina pirada, heye. Û bi tomerî hildayî nava avayîçêkirinêda jî. Serokatîya Îranê têra dîtîye, ku tevî Ermenîstanê hevkarîya nêzîkî sê mîlyard dolarî mîyaserke û em hêvîdarin wekî emê wî alîda pêşda herin.Em li ser wê fikirêne ku em temamîya potênsîyalê bidine xebatê.Em li rex wene û emê li rex we bimînin”,-Sobahnîyê bayloz gotîye û serda zêde kirîye,wekî nava pêwandîyên Yêrêvanê û Têhranêda pêşeroja ronî tê kifşê.







