
Bi neqedandina tu xaleke elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î, kîjanê îdî qewata xwe unda kirîye, Bekû dewê dike ku Ermenîstan xala 9 a mîyaserke û pêwandîya tevî Nexçêvanê bide çareserkirinê. Derheqa wê yekêda berdevkê wezîreta Adirbêcanêye karên der Ayhan Hecîzadê gotîye. Çawa bersiva wê pirsê ku halê dora projeya wa gotî “Korîdora Zangêzûrê” çiye, Hecîzadê gotîye, wekî Adirbêcan li ser axa ji okûpasîyayê azakirî bernamên sîstêma û transportê berdewam dike. “Nava çar salada Yêrêvanê cêribandîye pêvajoyê bide sekinandinê. Bi hesabhildana wê yekê, Adirbêcanê usa jî vekirina rêyên başqe lê nihêrîye. Mesele, Adirbêcanê peyman îmze kirîye, ku rê nava Îranêra derbazbe, ya ku wê pêwandîya tevî Nexçêvanê çareser bike. Xebata nava van salada wê bide kifşê, wekî himberî Ermenîstanê emekê Adirbêcanêyî nava karê pêşxistina rêyên herêmîda berbiçeve”,-Hecîzadê gotîye.







