
Daxuyanîya serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan ya der barê ketina Îsrayêlê de dikare wek îfadeya dîplomasîya bi dengekî bi nav bike, ji ber ku Êrdogan gelek caran daxuyanîyên bi vî rengî yên ku tu bingehê wan di rastîyê de nîne dide.
Tirkzan, akadêmîk Rûbên Safrastyan di axaftina xwe ya bi “Armênprêss”ê re ev nêrîn anî ziman û bal kişand ser daxuyanîya serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan ku gotibû, Tirkîya wek Lîbya û Qerebaxê dikare ji bo alîkarîya Felestîniyan bikeve Îsrayêlê.
“Rastî Tirkîya, helbet tu firsend nîne ku li dijî Îsrayêlê opêrasîyoneke leşkerî bike. Di vir de ya girîng ne ew e ku Tirkîya endama NATO ê ye û hevalbendeke nêzîk ya Amêrîkayê ye, lê ew e ku hêzên çekdar yên Tirkîyayê ji bo pêkanîna opêrasyoneke bi vî rengî gelekî girêdayî piştgirîya Amêrîkayê ye. Heger em bi têorîkî bifikirin ku ew dikare rastîyek be jî, heman tişt e, di wê rewşê de pir dijwar e ku meriv ji rastîyê re îdîayan bibîne. Safrastyan wiha gotîye: “Daxuyanîya Êrdogan tenê ji bo dengbêjîyê ye”.
Li gor bawerîya wî, ev pêngava serokkomarê Tirkîyayê jî bi armanca bidestxistina berdêlên sîyasî li cîhana misilmanan e, ku ji alîyê faktorên navxweyî û derve ve tê naskirin.
“Rewşa derve ew e ku Êrdogan bi her awayî dixwaze nav û dengê Tirkîyayê li cîhana misilmanan bilind bike, lê divê em ji bîr nekin ku di bin van şert û mercan de jî têkilîyên çend welatên erebî bi Îsrayêlê re normal in. Ya duyemîn jî, tevî van daxuyanîyên bi dengekî bilind yên Tirkîyayê, têkiliyên dîplomatîk yên bi Îsrayêlê re qut nabin. Mirov vê yekê dibîne, nexasim bazirganîya veşartî ya di navbera Tirkîyayê û Îsrayêlê de, bi taybetî di warê hilgirên ênêrjîyê de berdewam dike. Li ser faktora navxweyî jî, hilbijartinên herêmî yên vê dawîyê li Tirkîyayê nîşan da ku desthilata partîya êrdogan gelek kêm bûye û opozîsyonê jî bi awayekî berçev bandor û pêgehên xwe bihêztir kirîye, ji ber wê jî Êrdogan dixwaze welat alîgirê îslamê be, vê mantîqê ji nêz ve girse bi wî ve girêbide”.
Li gorî Safrastyan, qonaxên destpêkê yên kampanya pêşhilbijartinê bi vî awayî derbaz dibin û ji bilî vê jî di jîyana navxweyî ya Tirkîyê de dîyardeyeke nû û balkêş derdikeve holê.
“Dikare weke dîyardeya partîya nû ya “Refah” bê binavkirin. Bi gotineke din, li welatê cînar hêzeke sîyasî heye ku kevneşopîyên partîya ” Refah ” ku berê hatibû avakirin didomîne û niha bi heman navî tevdigere, ku serokê wê jî kurê Necmedîn Êrbakan e. Kesayetîyê Îslamê ku damezrînerê partîya navborî ye û bû bavê ruhanî yê Êrdogan e. Ew partîya sîyasî li Tirkîyayê niha dixwaze bibe hêza sêyem, ku ji bo Êrdogan metirsîdar e, ji ber wê yekê ku bingeheke wê ya îslamî ya radîkal heye û dikare dengên beşeke berçev ji dengderên alîgirên îslamê ji Êrdogan bibire û biçe alîyê wî. Ji ber vê yekê Êrdogan di têkoşîna sîyasî ya hundirîn de hewcedarîya dengdêrên potênsîyal heye ku bi saya beşa îslamparêz ya civaka Tirkîyayê bingehê xwe biparêze û berfireh bike. Her wiha armanca daxuyanîyên şerxwaz yên Êrdogan jî ev e”.
Safrastyan li ser pirsa ku Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ku hevalbendê Tirkîyayê û Îsrayêlê ye, divê di rewşeke wiha de çawa xwe bi cîh bîne, Safrastyan destnîşan kir ku sazîyên pêwendîdar yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) baş fêm dikin ku çi tê gotin.
“Rewşa heyî ya li Tirkîyayê, dîplomasîya bi deng ya Êrdogan û bi giştî potênsîyala welêt baş dinirxînin. Yanî gotinên bi vî rengî li Waşîngtonê wek îfadeya dîplomasîya ku li jor behs kirî tê qebûlkirin û di binê xwe de tiştekî rast nîne. Nûnerên Tirkîyayê her roj bi hevkarên amerîkî re hevkarîyê dikin û raste-rast bi wan re di têkilîyê de ne. Ne wisa ye ku mehê carekê tên cem hev. “Dibe ku alîyê Tirkîyayê armancên daxuyanîya Êrdogan eşkere kirîye, her çend alîyê Amêrîkayê jî ji alîyê xwe ve baş têdigihe ku Tirkîya nikare vê yekê bike, ji ber ku îmkanên wê tune ne û di vê rewşê de jî, Tirkîya rastî îradeya êrişkirinê nîne”.







