SerekeSîyasî

Dîndar Zêbarî: Em li ser nasandina komkujîyên êzidîyan wek jênosîd kar dikin

Berpirsê rêxistinê yê paspardeyên navdewletî yê hukumeta Herêma Kurdistanê amajeyê dide: “Ji bo Herêma Kurdistanê girîng e ku li paşerojê li ser astê civaka navdewletî wekî tawanên li dijî mirovahîyê û piroseya jênosîdê îtîraf bi tawanên DAÎŞ ê bê kirin”.

Berpirsê rêxistinê yê paspardeyên navdewletî yê hukumeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî  ji K24 ê re gotîye: “Tîma neteweyên yekgirtî ji bo lêkolînên li ser DAÎŞ ê li Îraqê di dema karkirina xwe de li Îraqê bi me re alîkar û hevaheng bû, û me gelek zanyar bi belge li ser tawanên DAÎŞ ê li hev guhertine û me danûstandin li ser kirine”.

Dîndar Zêbarî amaje jî da: “Di derheqa doza tawanên DAÎŞ ê de, li ser raspardeya serokwezîr Mesrûr Barzanî, me hevahengîyeke cidî bi desthilata dadwerî ya Îraqê re heye”.

Navbirî di pareke din ya gotinên xwe de tekez kir: “Ya ku DAÎŞ ê li beranberî êzidîyan kir tenê rûdaneke têrorîstî nebû, belkî jênosîd bû”.

Li ser daxwaza hukumeta Îraqê, ji vanê karên tîma neteweyên yekgirtî ji bo lidûçûna belgeyan û vekirina gorên bikom yên serdema DAÎŞ ê li Îraqê bidawî hat.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button