H’emû nûçeSereke

Paşînyan li Organîzeya Netewên Yekbûyî slogana partîya xwe pêşnîyar kir: “Pêşeroj heye”

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna Organîzeya Netewên Yekbûyî gotîye,wekî bona wî gelekî girînge ku ew beşdarî vê civînê dibe, çimkî slogana partîya bi serokatîya wî eve: “Pêşeroj heye”.  

Wextê civîna organîzeyê, ewî usa jî gotîye wekî paşerojê nikarin biguhêrin, gelek tiştî jî roja îroyîn nikarin biguhêrin û bo wê yekê jî sazkirina pêşerojê pirsa here serekeye.

“Rojeva me usa jî bi van tiştava eyane: aşîtî, ewlehî, pêşketin, mafên mêriv, guhartina klîmayê û  tiştên mayîn. Bi çiqasîva jî ew yek bi cûrekî ecêb bê guhdarkirinê, lê çi ku derheqa pêşerojêdane ku em çi dikarin roja îroyîn bikin, ew yek fikirdarîya pozîtîve”,-Paşînyan gotîye. Bi gotina wî, formatên navneteweyî zûva bûne platformên gunehkarkirinê û niha, wextê civînên Organîzeya Netewên Yekbûyî tên li vir bona ku bêjin ku hemû tişt çiqasî xirabe.

“Em gerekê derheqa pêşeroja başda bifikirin û bibînin, çimkî ew çi ku niha diqewime nava femdarîya meda dibe.Ez dixwezim bêjim ku pêşeroj heye û ez dixwezim emekê xwe bikime nava wê yekê. Ez dixwezim guhdarîyê bidime ser mecalên bi pêrspêktîvî û ezê necêribînim cînara gunehkar bikim.Werin em derheqa wê yekêda bêjin, çimkî berî her tiştî ev gotin bû, lê gotin jî li cem Xwedê bû. Bo wê yekê jî gerevkê bi xeberên rehm destpêkin û gerekê wê sloganê hilbijêrin ku pêşeroj heye û ser wê yekê bixebitin”,- Paşînyan gotîye.

Em bêjin,wekî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, tevî kulfeta xwe Anna Hakobyanê wê ji 22 a hetanî 27 îlonê li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîbe.Nava dorana seredanêda, Paşînyanê rastî sêkrêtarê Organîzeya Netewên Yekbûyî Antonîo Gûtêrêş bê û xêncî wê yekê wê cêrge hevdîtinên dualî jî pêk bên.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button