H’emû nûçeSereke

Mîrzoyan tevî serokê Organîzeya Hevkarî û Ewlehîya Avropayê halê li Kafkasîya Başûr gotûbêj kirîye

Nava doranên civîna Organîzeya Netewên Yekbûyîda, li Nyû Yorkê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî wezîrê Maltayêyî karên der û serokê Organîzeya Hevkarî û Ewlehîya Avropayê Îên Borc hatîye.

Ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine,wekî pirsên derheqa hevkarîya tevî organîzeyê hatine gotûbêjkirinê.

Xeberdan usa jî derheqa halê ewlehîya li Kafkasîya Başûr çûye.

Bi îzbatkirina wê yekê,wekî alîyê ermenî dixweze ku li Kafkasîya Başûr qewînbûn îzbatbe, Ararat Mîrzoyan derheqa girîngîya îmzekirina peymana aşîtîyêda xeberdaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button