H’emû nûçeSereke

Nêçîrvan Barzanî ji bo hilbijartinên parlamêntoya Kurdistanê bang kirîye  

Nêçîrvan Barzanî ji bo hilbijartinên parlamêntoya Kurdistanê ji alîyan xwest ku kampanyayeke “şaristanî û aştîyane” bimeşînin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serpereştyarê îdareya serbixwe ya Soranê Helgûrd Şêx Necîb û berpisên herêmê re civîya.

Serokatîya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyanîyek belav kir.

Li gorî daxuyanîyê, di civînê de geşepêdan, bipêşxistina herêmê û mijara hilbijartinan hatin gotûbêjkirin.

Serokatîya Herêma Kurdistanê gotîye: “Di hevdîtinê de li ser plan û programên paşerojê yên kar û projeyên herêmê û her wiha çawanîya çareserkirina pirsgirêk û kêmasîyan û dabînkirina pêwîstîyan danûstandin hatin kirin”.

Di daxuyanîyê de hatîye ragihandin ku serokê Herêma Kurdistanê bi armanca baştir xizmet herêmê bê kirin, piştgirîya xwe ya tam ji îdareya Soranê re tekez kirîye.

Nêçîrvan Barzanî pesinê serpereştyarê îdareya serbixwe ya Soranê û berpirsên yekeyên îdarî da.

Her wiha Barzanî ew kar û xizmetên ku îdareya Soranê raber kirine û bipêşketin û geşepêdana herêmê bilind nirxand.

Kampanyayên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û amadekarîyên pêvajoya dengdanê mijareke din ya civînê bû.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser giringîya hilbijartinan û ji bo bi awayekî serkeftî hilbijartin derbaz bibin ji hemû alîyan xwest ku kampanyayeke “şaristanî û aştîyane” bimeşînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button