H’emû nûçeSereke
Di navbera Ermenîstanê û Felestînêda komyûnîkêya derheqa îzbatkirina pêwandîyên dîplomatîda hatîye îmzekirinê

27 ê îlonê, nava dorana civîna Organîzeya Netewên Yekbûyîda li Nyû Yorkê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî serokwezîrê Felestînê Mehmed Mistefa hatîye.
Beşdarên hevdîtinê fikirên dora halê herêmî pevguhartine. Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û serokwezîrê Felestînê Mehmed Mistefa komyûnîkêya tevayî, ya derheqa îzbatkirina pêwandîyên dîplomatîye di navbera Komara Ermenîstanê û dewleta Felestînêda, îmze kirine.







