Mafê serwêrî yê Ermenîstanê ye ku li ser şîyanên xwe yên parastinê bixebite û şirîkên xwe hilbijêre: berdevkê Yekîtîya Avropayê

Pêtêr Stano, berdevkê sereke yê kar û barê derve yê Yekîtîya Avropayê, rexneyên serokkomarê Adirbêcanê Îhlam Elîyêv li dijî şanda Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê û “mîlîtarîzekirina” Ermenîstanê bêbingeh dibîne.
Di bersiva pirsa nûçegîhanê “Armênprêss” ê li Bryûsêlê, berdevkê Yekîtîya Avropayê dilgiranîya xwe li hember rexneyên Elîyêv anî ziman û dîyar kir ku ev şande bêçek û sîvîl e û ji bo piştgirîkirina hewlên Yekîtîya Avropayê yên ji bo pêkanîna aşîtîyê li navçeyê hatîye bicihkirin.
“Mîsyon li gorî daxwaza rayedarên Ermenîstanê hatîye destpêkirin û tenê li alîyê Ermenîstanê yê sînorê dualî yê ku di qada navneteweyî de hatîye naskirin, kar dike. Ev mîsyoneke bêalî ye û bi erkeke zelal hatîye dîyarkirin. Li gorî Stano, mîsyonê bandorek aramkirina girîng heye, di nav de ji bo nifûsa herêmî. Stano dîyar kir ku ji dema şandina wê şandê ve heta niha rayedarên Adirbêcanê bi awayekî rêkûpêk derbarê wê şandê de hatine agahdarkirin û Yekîtîya Avropayê wê ji nêzîk ve bi her du alîyan re ji bo bidestxistina aştîyeke berdewam berdewam bike.Berdevkê Yekîtîya Avropayê bal kişand ser gotinên Elîyêv yên der barê “mîlîtarîzekirina Ermenîstanê” de jî, destnîşan kir ku haya wan ji leşkerkirina Ermenîstanê nîne û bi bîr xist ku Ermenistan welatekî serwêr e.
“Mafê serwerî yê Ermenîstanê ye ku li ser şîyanên xwe yên parastinê bixebite û şirîkên xwe hilbijêrin, di nav wan de di warê ewlehî û parastinê de. Her wiha, heta ku îradeyeke sîyasî ji bo berdewamkirina normalkirina peywendîyan û bidestxistina aşîtîyeke mayînde hebe, em nafikirin ku hevkarîya leşkerî ya giran ya Adirbêcanê bi hevkarên wê re bandorê li pêvajoya aşîtîyê bike”. Sala 2024 a, Yekîtîya Avroayê 10 mîlyon yûro di çarçoveya fonda aşîtîyê ya Avropayê ji Ermenîstanê re veqetand, ku armanc dike ku parastina sîvîlan di krîz û rewşa awarte de bi peydakirina kampek konê ku bi tevahî bê veguheztin çêtir bike. Ew ji bo xurtkirina şîyanên lojîstîkî yên hêzên çekdar yên welêt e.
“Ew bi pêşkêşkirina çekan re têkildar nabe, wekî ku hin mêdya yan aktor carinan xelet şîrove dikin. Alavên pêşnîyarkirî ne kujer in û ne êrîşkar in”,- berdevkê têkilîyên der ya Yekîtîya Avropayê gotîye Yekîtîya Avropayê bi Ermenistan û Adirbêcanê re têkilîyên dualî yên nêzîk û hevkarîyên hevpar didomîne û di pêvajoya çareserîyê ya heyî de bêalî dimîne.
Stano bi bîr xist ku Yekîtîya Avropayê jî piştgirîya xwe ya ji bo ewlehî û berxwedana Adirbêcanê zêde kirîye.
“Yekîtîya Avropayê û welatên endamên wê di warê pûçkirina mayînan de li Adirbêcanê yekem bexşkarê navneteweyî ne, ji sala 2020 î vir ve bi qasî 13 mîlyon yûroyî didin. Komîsyona avropî herî dawî ji bo salên 2024-2025 a pakêtek zêde ya 10 mîlyon yûro ragîhand. Yekîtîya Avropayê bi tevahî pabend e ku piştgirîyê bide hemî hewildanên ku ji bo aşîtîya demdirêj di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de pêk bînin”,- berdevkê Yekîtîya Avropayê gotîye.







