
Serokkomarê Adirbêcanê, Îlham Elîyêv, ku bi tevahî li hember serkeftinên ku berê hatine bidestxistin, ji rayedarên Ermenîstanê daxwaz dike, wekî “pîvana pêbawerîyê”, berpirsîyarîya sûc bîne serê lehengên neteweyî yên Komara Ermenîstanê, beşdarên yekemîn şerê Arsaxê.
Em bînin bîra xwe ku di destpêka salên 90 î de Adirbêcanê li dijî gelê Qerebaxa Çîya dest bi şerekî xwînrêj kir. Di encama şerê du salan de, Qerebaxê karî agirbestek li ser Adirbêcanê ferz bike, ku heta îlona sala 2023 a bi qutbûna şerê çar rojî ya sala 2016 a û şerê 44 rojî yê sala 2020 î berdewam kir û bi êrîşeke din bi dawî hat. Adirbêcan, bi dagirkirina temamê Qerebaxê û sirgûnkirina zêdeyî 140 hezar ermenî.
Niha, ku li pişt armancên muhtemel yên “cezakirina sûcdaran” vedişêre, Elîyêv bi vî rengî hemû beşdarên opêrasîyonên leşkerî, berî her tiştî, yên ku tevkarîyeke mezin di rizgarkirin û pêşvebirina Qerebaxê de kirine bi nav dike. Di heman demê de, li Adirbêcanê yek sûcdarek şer nehatîye ceza kirin, tevî rastîyên nayên înkarkirin û pir caran gelemperî. Berovajî vê yekê, Elîyêv bi xwe xelata sûcdar û serjêkerên ermenîyan da.
“Çareserîya pirsgirêka windayan” li Bekûyê dewam dike. Elîyêv di axaftina xwe ya ji bo beşdarên konfêransa navneteweyî ya “Parastina mafê malbatan ji bo tesîskirina heqîqetê” lehengên gelê ermenî “sûcdarên şer” bi nav kir û xwest ku “hesap bê pirsîn”.
“Her çend îro hin kesên ku sûcên şer û sûcên li dijî mirovahîyê kirine derdixin pêşberî edaleta Adirbêcanê jî, li Ermenîstanê tu kes ji ber vê yekê hesab nedaye, berevajî wan rûmeta wan hatîye dayîn”. Mebesta me bi “hin kes” lîderên berê yên Komara Qerebaxê ye ku di dema dagirkirina Qerebaxê de dîl hatine girtin. Serokên berê yên Qerebaxê Arkadî Xûkasyan, Bako Sahakyan, Arayîk Harûtyûnyan, serokê berê yê parlamêntê Davît Îşxanyan, wezîrê dewletê yê berê Rûbên Vardanyan, wezîrê karên der yê berê Davîd Babayan, wezîrê parastinê yê berê Lêvon Mnasakanyan û cîgirê wî Davît Manûkyanin.
“Eger Ermenîstan bi rastî jî dixwaze bi Adirbêcanê re aşîtîyê pêk bîne, wê demê divê bi tundî zilma ku li dijî girtî û rehîneyên Adirbêcanê hatine kirin şermezar bike û sûcdaran ceza bike. Ev jî dikare bibe yek ji navgînên bi bandor yên xurtkirina bawerîya di navbera her du welatan de”.
Em vê yekê jî bi bîr bînin ku Adirbêcan ji Ermenîstanê daxwaz dike ku destûra bingehîn biguherîne û rêfêransa ragîhandina serxwebûnê ya ku behsa Qerebaxa Çîya tê kirin, rake. Di heman demê de, Adirbaycan bi xwe jî qanûnên xwe naguherîne, ji ber ku bibe cîgirê komara yekemîn ya Adirbêcanê û bi rastî TEMAM ê axa Ermenîstanê wek “xwe” dihesibîne.







