H’emû nûçeSereke

Serokê Fransîyayê wextê hevdîtina tevî serokwezîrê Ermenîstanê derheqa piştgirîya hindava Ermenîstanêda îzbat kirîye /vîdyo/

Li palata Yêlîsêyê hevdîtina Nîkol Paşînyanê serokwezîr tevî serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron pêk hatîye.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, pirsên derheqa rojeva Ermenîstanê û Fransîyayê hatine gotûbêjkirinê, derheqa girîngîya berdewamkirina pêşxistina pêwandîyên dostîyê hatîye dîyarkirinê.

Hatîye gotinê,wekî Paşînyan piştgirîya Fransîya dost girîng hesab kirîye û derheqa amadebûna Ermenîstanêda, ya bona berjewandîyên dualîda, daye dîyarkirinê.

Serokê Fransîyayê careke  mayîn piştgirîya hindava Ermenîstanê îzbat kirîye.

Serokwezîrê Ermenîstîanê derheqa encamên gotûbêjkirinên dora projeya peymana aşîtîya tevî Adirbêcanê xeberdaye û daye dîyarkirinê,wekî 80 selefê xalên projeyê bi hevra hatine qayîlkirinê û Ermenîstan amadeye li ser bingeha wê yekê peymanê îmzeke û gotûbêjkirina berdewam bike.Nîkol Paşînyan gavên bona çareserkirina aşîtî û qewînbûna li herêmê girîng hesab kirîye û bi hêvîdarî gotîye,wekî îmzekirina peymanê wê alî helkirina pirsgirêkê bike.

Xeberdan usa jî derheqa projeya hukumata Ermenîstanê, ya “Xaçerêya aşîtîyê”, çûye. Nîkol  Paşînyan gotîye,wekî Ermenîstan  amadeye li ser prînsîypên serbixwetîyê û wekehevtîyê berbi vekirina rêyên herêmî pêşda here.

Êmanûêl Makron derheqa amadebûna welatê xweda, ya bona piştgirîyê elam kirîye û projeya hukumatê silav kirîye.

Xeberdan usa jî derheqa pirsgirêkên sosîyalîda, yên cimeta Qerebaxêye bi destê zorê derxistî, çûye. Wî alîda Nîkol Paşînyan û Êmanûêl Makron derheqa piştgirîya civaka navneteweyîda dane dîyarkirinê.

Serokwezîrê Ermenîstanê û serokê Fransîyayê usa jî pirsên derbarê hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê gotûbêj kirine. Nîkol Paşînyan gotîye wekî nava wê pirsêda piştgirîya Fransîya dost pêwîste.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button