Wezîreta Adirbêcanêye karên der girêdayî elametîyên Ermenîstanêye aşîtîxwezra dewekarîyên xwe raber kirine

Elametîyên berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der, yên derheqa tabîya Ermenîstanêye aşîtîxwezda, “ya ku bi sîlihên êrîşkirinêva tê sîlihkirinê û nava Konstîtûsîyayêda dewekarîyên hindava Adirbêcanê hene, manîpûlyasîyane”,- berdevkê wezîreta Adirbêcanêye karên der Ayhan Hezcîzadê elam kirîye, dema ku ewî elametîya berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der şirove kirîye.
Çapemenîya azêrî daye dîyarkirinê, wekî bi gotina Hecîzadê, “Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der birîyara mehkema Ermenîstanêye Konstîtûsîyon destnîşan dike, ya ku şuxulkarîya di navbera komîsîyayên Ermenîstanê û Adirbêcanêye dîyarkirina sînora dide rastkirinê, çawa îzbatkirina wê yekê wekî nava Konstîtûsîya wanda dewekarîyên hindava cînara tunene”.
“Bi lênihêrandina melûmetîyên derheqa vê elametîyêda, meriv dikare bîr bîne wekî hê sala 2010 a Ermenîstan ji dewekarîyên hindava wa gotî Ermenîstana Rojavayê paşda nesekinîye.
Ermenîstan gerekê ji elametîyên wî cûreyî, ji gavên provokasîyon dûr bimîne û hindava normên navneteweyî qedirgirtinê bide kifşê”,-Hecîzadê gotîye.
Tiştekî ber çevaye wekî berdevkê wezîreta Adirbêcanêye karên der, bêyî şermkirin derheqa normên mafên navneteweyîda dibêje û birîyar kirîye ku welatê wîyî sîlihkirî derheqa elametîyên serokatîya wîye agrêsîvda, dagirkirina axa Ermenîstana serbixwe, deranîna binelîyên Arsaxê, tunekirina çand û dîroka wan û gelek tiştên mayînda bîr kirîye.







