H’emû nûçeSereke
Makron careke mayîn piştgirîya hindava serbixwetîya Ermenîstanê û yekîtîya axa wê îzbat kirîye

Baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Olîvîê Dikotînî beşeke axaftina serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron, ya wextê civîna Frankofonîyayê belavkirî, bi van xebera raber kirîye:
“Makronê serok wextê civîna Frankofonîyayê bi axaftin pêşda hatîye: “Em hemû jî li rex birayên xweye ermenî sekinîne bona ku qedirê serbixwetî û yekîtîya axa wan bigrin”:-Makron gotîye.
Civîna Frankofonîyayê nava 33 salada cara ewlin li Fransîyayê tê pêkanînê. Nava sed mêvanên derecebilindda usa jî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyanê serokwezîr amadebûye.







