H’emû nûçeSereke
Pûtînê tevî Paşînyan û Elîyêv hevdîtinên dualî derbazke

Berî civîna şêwira serokên Dewletên Hevalbendîya Serbest, serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn wê tevî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv hevdîtinên dualî derbazke.Derheqa wê yekêda alîkarê serokê Rûsîyayê Yûrî Ûşakov gotîye “Spûtnîk Armênîya” ê.
Ji admînîstrasîya serokwezîrê Ermenîstanê elam kirine, wekî Nîkol Paşînyan bi seredana xebatêye durojêva çûye Moskvayê, bona ku beşdarî civîna şêwira serokên Dewletên Hevalbendîya Serbest bibe.
Berdevkê serokê Rûsîyayê Dmîtrî Pêskov pêşda elam kiribû, wekî 7 ê cotmehê, roja bûyîna Vladmîr Pûtîn, li Moskvayê wê civîna şêwira serokên Dewletên Endamên Hevalbendîya Serbest pêk bê û rojeva wê jî wê gelekî dewlemendbe. Paşînyan peyama pîrozbahîyê Vladîmîr Pûtînra şandîye.







