Karsazê emenî yê amêrîkî Garo Armên ji ber çêkirina dermanê nû ya li dijî penceşêrê xelata WITSA wergirtîye

Xelata salane ya hevbendîya têknolojîyên agahdarî û xizmetên cîhanê îsal ji alîyê karsazê rmenî yê amêrîkî Garo Armên ve hat bidestxistin. Serokê yekîtîya karsazîyên têknolojîyên pêşkeftî Alêksandr Yêsayan di axaftina xwe ya bi “Armênprêss” ê ra gotîye.
“Xelata kesên ku xizmetên mezin ji mirovahîyê re dikin yan jî bûne nivîskarên berhemên girîng yên cîhanê tên wergirtin. Wek mînak, Nêlson Mandêla di nav xelatgirên wê xelatê de ye. Şîrketa me îsal namzetîya Garo Armên pêşkêş kir û lijneyê jî erê kir. Merasîma xelatdayînê bi namzedên cuda tê lidarxistin, lê xelata sereke ji bo hemwelatîyê me yê ermenî yê amêrîkî hat dayîn. Çalakîya wî bi xwe xwedî girîngîyeke mezin e. Pargîdanîya ku wî damezrand û birêve dibe, “Agênûs Bîo”, bi dermankirina penceşêrê re mijûl e û bi taybetî dermanek çêkirîye ku alîkarîya zêdetirî hezar nexweşên ku berê sax bûne kirîye. Bi saya dermanê nexweşên penceşêrê yên qonaxa çarem jî, ku laşê wan mêtastaz hebû, hatin dermankirin. Di nava 6 hefteyên ku nexweşan dermanê bi navê “Botbal” dixwarin, penceşêrê bi temamî ji holê rabû”.
Li gorî Yêsayan, di warê têknolojîyê de dîasporayeke ermenî ya mezin heye, ku li wir pisporên serkeftî û şîrketên ermenî yên ku xwedî girêdan û giranîyeke mezin in, hene. Yek ji yên herî navdar jî wek mînak “Sêrvîs Tîtan” e ku ji alîyê Vahê Kûzoyan û Aram Mahtêsyan ve hatîye damezrandin. Ew gelek alîkarî dide destpêkên ermenî ku li cîhên pêwîst bibin xwedî dengek gihîştî. Yêsayan her wiha Razmîk Hovakîmyan ê ku xwedîyê sermayeya ventûre ye û veberhênan kirîye û alîkarîya gelek şîrketên destpêkê yên Ermenîstanê kirîye jî destnîşan kir. Hevpeyvîna me tekez kir ku dîaspora gelek alîkarîya me dike, bi saya vê yekê Ermenîstan berevajî gelek welatan gihîştî û bihîstî bûye.







