H’emû nûçeSereke

Îlon Mask ji beşdarên WCIT2024-ê re ku li Yêrêvanê hat lidarxistin peyamek şand û li ser anîna Starlink ya Ermenistanê axivî

Îlon Mask, hevakarê Tesla, SpaceX, OpenAI, peyameke taybet ji beşdarên kongreya cîhanî ya nûbûn û têknolojiyê (WCIT2024) ku li Yêrêvanê tê lidarxistin, şand. Li gorî “Armenpress” ê, peyam ji hêla karsazê silicon valley Razmik Hovagimyan, rêveberê kargêrî yê pargîdaniya veberhênanê Play Time Ventures ya xwediyê Viki, Pixel Labs û her weha lîstikvanê navdar ê cîhanê Lionel Mesi ve hate ragihandin.

“Ez xêrhatina her kesî dikim. Bibore ku min nikarîbû vê carê li Yêrêvanê bim, lê ez hêvî dikim ku carek din bi xwe li wir bim. Ez bi fikra anîna Starlinkê bo Ermenîstanê û pêkanîna projeyên mezin bi civaka teknolojîk ya herêmî re, ji keşfkirina fezayê bigire heya pêşveçûna îstîxbarata hunerî ya vekirî û şefaf, ku dê sînorên zanîna mirovan hîn berfirehtir bike, bicivînim”,- di peyama Îlon Mask de hatîye gotin.

Ermenistan cara duyemîn bû mêvandariya WCIT-ê, ya yekem di sala 2019 a de hate kirin. WCIT2024 di navbera 4-7 ê cotmehê de li komplÿksa konserê ya sportê ya bi navê Karen Demirçyan, “HÊZA HIŞÊ” hat lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button