Paşînyan daye dîyarkirinê wekî ngava van mehên dawîda dîyaloga Ermenîstanê û Rûsîyayêye sîyasî aktîv bûye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê hevdîtina tevî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, ya li Moskvayê, gotîye wekî van mehên dawîda dîyaloga sîyasî, ya di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda, aktîv bûye.
“Ez şame wekî nava mehên dawîda di navbera meda dîyaloga sîyasîye aktîv pêk hatîye.Pêşda cîgirê serokwezîr Alêksêy Ovêrçûk hatîye Yêrêvanê û me ne tenê hevdîtina komîsîya di navbera hukumatada pêk anîye, lê me dora hemû pirsên rojeva dualîda xeberdaye. Destpêka meha cotmehê jî li Yêrêvanê civîna şêwira Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî pêk hatîye û nava wê doranêda me pirsên girêdayî hevkarîyêra gotûbêj kirine.
Îro jî mecaleke baş heye ku wan gotûbêjkirina bidine tomerîkirinê û ez gelekî şame wekî mecala wî cûreyî heye”,- serokwezîrê Ermenîstanê gotîye.







