H’emû nûçeSereke

Weqfa pêşxistina dêmokrasîyê, Freedom House û hevkarîya navneteweyî ya ji bo mafên mirovan delîlên sûcên ku Adirbêcanê li dijî gelê Qerebaxê kirine, raberî civaka navneteweyî kirine

Weqfa pêşxistina dêmokrasîyê  rêxistina mafên mirovan Freedom House û hevkariya navneteweyî ya ji bo mafên mirovan  7 ê cotmehê li Varşavayê, di çarçoveya konfêransa salane ya mafên mirovan ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv de, çalakîyeke taybet li dar xistin û tê de pêşkêşî civaka navneteweyî kiryarên Adirbêcanê li dijî xelkê sîvîl yên Qerebaxê delîlên tawanan.

“Dêlêgasîyonên dewletên beşdarî konferansa Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî ji alîyê weqfa pêşxistina dêmokrasîyê, Freedom House, hevkarîya navneteweyî ya ji bo mafên mirovan, byûroya Vanazorê ya meclîsa sîvîl ya Hêlsînkîyê, “parastina mafên bê sînor” û heqîqetan encamên mîsîyona lêgerîna rastîyan ku berê ji alîyê rêxistinan ve hatibûn kirin. Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, di peyama ku ji hêla fonda pêşxistina dêmokrasîyê ve hatîye belavkirin, şandeyê bi berfirehî rewşa nifûsa ermenî ya Qerebaxê ji şerê 44 rojî yê sala 2020 î heya koçkirina îlona sala 2023 a bi berfirehî belge kirîye.

Rapora “Çima li Qerebaxa Çîya ermenî tune ne” ku di encama mîsyona lêgerîna rastîyan de, ku encamên sereke yên wê di çalakîya Varşavayê de hatin raberkirin  tê gotin ku Adirbêcanê gelê ermenî yên Qerebaxê bi zorê xistîye bin zorê, ji cîhwarkirin û paqijkirina ÿtnîkî bi kiryarên bi zanebûn û hesabkirî. Hevpeyvînên bi zêdetirî 300 şahîdan re û analîzkirina daneyên çavkanîya vekirî di dema mîsyona lêgerîna heqîqetê de rê li ber vê yekê girt ku kiryarên Adirbêcanê li gorî destûra Romayê ya dadgeha cezayê ya navneteweyî sûc in û pênaseya ji cîhûwarkirina bi destê zorê ya nifûsê pêk tîne, di çarçoveya pevçûyînên li Yûgoslavya berê de li gorî pîvanên paqijîya ÿtnîkî ku ji alîyê pisporên Neteweyên Yekbûyî ve hatine dîyarkirin.

Di çalakîyê de nûnerên sazîyên mafên mirovan yên ermenî û navneteweyî di axaftinên xwe de behsa binpêkirinên cûre-cûre yên mafên ermenîyên Qerebaxa Çîya kirin, her wiha sîyaset û kiryarên Adirbêcanê yên ji bo jinavbirina şopên mîrata çandî ya ermenîyan û hebûna li nav axa  Qerebaxê.

Foruma mafên mirovan ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv  bûyerek salane ya bi prêstîj e, ku platformeke girîng e ji bo gotûbêjan li ser rewşa mafên mirovan li devera Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv. Ev çalakîya ku li Varşavayê hat organîzekirin, ji bo civaka sîvîl ya Ermenîstanê firsendeke din bû ku encamên mîsyona lêkolîna navneteweyî ya li ser binpêkirina mafên ermenîyên Qerebaxa Çîya  raber bike. Di çarçoveya vê pêvajoyê de, berîya wê, fonda pêşxistina dêmokrasîyê û rêxistinên hevkar encamên rapora “Çima li Qerebaxê ermenî nemane”  raberîî sazîyên hökömetê û sazîyên mafên mirovan yên Neteweyên Yekbûyî kiribûn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button