
Tirkîya û Îsrayêl têknîka Adirbêcanêye rûsî didine modêrnîzasîyakirinê. Derheqa wê yekêda Forbes ê nivîsîye.
Îlona sala 2024 a, wextê pêşengeha pêşkêşî parastinê, Adirbêcanê têknîka xwe, ya rûsîye leşkerî, raber kirîye, ya ku ji alîyê kompanîyayên Îsrayêlê û Tirkîyayêye leşkerîda hatîye modêrnîzasîyakirinê.
Forbes ê daye dîyarkirinê,wekî ew yek şedetîya wê yekê dide wekî Adirbêcan têknîka xweye kevin dixweze xweyke, lê hêzên xweye sîlihkirî jî bi dironên nûva dide razîkirinê, yên ku ji Tirkîyayê û Îsrayêlê hatine stendinê.Adirbêcanê usa jî balafirên leşkerî ji Pakîstanê kirîne.
Wextê pêşengehê Adirbêcanê balafirên SU-25 û tankên Т72 nîşan dane.
“ Hetanî sala 2020 î Adirbêcanê ji Rûsîyayê taknên nû, yên Т90 xwestine. Kompanîya Îsrayêylêye Elbit Systems ê tankên kevin dane modêrnîzasîyakirinê”,- Forbes ê nivîsîye.







