H’emû nûçeSereke

Adirbêcan dixweze ku rêyên Ermenîstanê bona wê bêne xebitandinê, lê Ermenîstan jî nava dorpêçbûnêda bimîne:Paşînyan

Adirbêcan dixweze ku rêyên Ermenîstanê bona wê bêne xebitandinê, lê Ermenîstan jî nava dorpêçbûnêda bimîne.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, fikira wî cûreyî Nîkol Paşînyanê serokwezîr nava dorana hemcivîna bi sernavê “Xaçerêya aşîtîyê”: yekbûna ewlehîyê û dêmokrasîyê” gotîye.

“Adirbêcan dixweze ku rêyên Ermenîstanê bona wê bêne xebitandinê, lê Ermenîstan jî nava dorpêçbûnêda bimîne. Tê bêjî ev  yek gotina absûrde, lê şirovekirina gotina azêrîya dide kifşê, ku rîya nava Ermenîstanêra vekin, lê Ermenîstan jî nava blokadayêda bimîne”,-Paşînyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî ew nêzîkbûna ne nêzîkî aqila bona Ermenîstanê nikare bê qebûlkirinê.

Nava hemtêksta vekirina rêyên herêmîda, serokwezîr usa jî derheqa pêwandîyên nehîyên Adirbêcanêye rojavayê û Nexçêvanê xeberdaye û gotîye, wekî Ermenîstan amadeye wê rêyê bide vekirinê. Paşînyan bîr anîye, wekî Adirbêcan dibêje ku heger Ermenîstan bi qewilên wê naxwez rê bide, wî çaxî ewê rîya Îranê bidine xebatê.

Bi gotina wî, ew gotina Adirbêcanê dide kifşê, wekî bona Adirbêcanê ew qewil yên qebûlkirinêne, kîjana Îran pêşnîyar dike bona ku Adirbêcan Nexçêvanêva bê girêdanê.

“Ew yek ber çevaye,wekî ew qewil bona Adirbêcanê yê qebûlkirinêye. Em jî dibêjin wekî Ermenîstan amadeye bi qewilên wî cûreyî pêwandîya di navbera Adirbêcanê û Nexçêvanêda bidine çareserkirinê.Eva pirseke girînge ku hal bidine zelalkirinê. Em dibêjin wekî bona wê pêwandîyê em amadene zelalkirinên bona wê proseyê mîyaserkin, yên nava  doranên wekehevtîyê û serbixwetîyêda”,-Paşînyan gotîye û serda zêde kirîye wekî ew yek pêşnîyara çêkirinêye.

Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan bona pêşxistina pêwandîyên nava Îranêra nikare fikira xirab bêje, çimkî Îran dost û cînara Ermenîstanêye û xêncî wê yekê ew yek pirsa pêwandîyên  du dewletên serbixweye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button