H’emû nûçeSereke

Paşînyan dîyar kirîye ku çima projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya ji alîyê Ermenîstanê ve hatîye pêşnîyarkirin Adirbêcanê dixe nava fikaran

Projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya ku Ermenîstan  raberî Adirbêcanê dike, ji ber ku ev proje dikare bi dehan mîlyard feyde ji Ermenîstanê re bîne.

Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wiha gotîye: “Xaçerêyên aşîtiyê: di çarçoveya konfêransê de yekitîya ewlekarî û dêmokrasîyê”.

Paşînyan, bal kişand ser feraseta Adirbêcanê ya derbarê projeya “Xaçerêya aşîtîyê” de û wiha gotîye: li gorî min projeya “Xaçerêya aşîtîyê” Adirbêcanê nîgeran dike, ji ber ku ev proje dikare bi dehan mîlyarda feyde ji Ermenîstanê re bîne”.

Li gorî wî, ev rastî dikare du nîgeranan bîne serê Adirbêcanê. “Yekemîn, heger Adirbêcan bi dilpakî bifikire ku Ermenîstan di pêrspêktîva stratêjîk de li himber Adirbêcanê planên êrîşkar hene, dikare têgihîştinekê çêbike ku ew bi deha mîlyarda dolar dikarin li dijî Adirbêcanê bên bikar anîn. Lê berovajî vê yekê jî heye, ku eger Adirbêcan li hember Ermenîstanê nîyeta êrîşkar hebe, dibe ku Adirbêcanê xem bike ku ew bi dehan mîlyard dolar dikarin ji bo zêdekirina şîyanên berevanîyê yên Ermenîstanê bên bikar anîn û dibe ku Adirbêcan di cî bi cîkirina planên xwe yên êrîşkar yên li himber Ermenîstanê de pirsgirêkek hebe”,- ewî gotîye.

Serokwezîr her wiha gotîye, heger xema kûr ya Adirbêcanê yekem be, wê demê ew nîgeranîyek ji holê radibe. Bi polîtîkayên stratêjîk yên di asta herî jor de tê meşandin, Ermenîstan destnîşan dike ku li hemberî Adirbêcanê û welatên din yên herêmê xwedî helwesteke êrîşkar nîne.

 “Em yekîtîya axa hemû cînarên xwe nas dikin. Em amade ne ku di derbarê wê de berpirsîyarîyên dê yûrê bigirin. Her wiha, Ermenîstanê destnîşan kir ku ew pirsgirêka vegerandina herêmên xwe yên dagirkirî bi rêyên leşkerî jî dernaxe holê, ji ber ku belgeya ku me bi Adirbêcanê re di pêvajoya sînordarkirinê de îmze kir, hemî îmkanan dide pêvajoya sînordarkirinê ku li ser bingehek qanûnî û yasayî pêk bê . Bi gotineke din, em hemû garantîyan diafirînin û em ê vê kûrsê bidomînin, da ku ti cînarên me ne tenê gumana me nebin ku nîyeta me ya êrîşkar tune ye, di heman demê de garantîyên dê yûrê yên mecbûrî di derbarê nerêvebirinê de jî hebin. Polîtîkayên êrîşkar yên welatê me”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button