H’emû nûçeSereke

Merem heye ku mîsîya Yekîtîya Avropayêye dîtindarîyê, ya li Ermenîstanê bi wedê du salava dirêjkin: Marêk Kûbêrskî

Merem heye ku mîsîya Yekîtîya Avropayêye dîtindarîyê, ya li Ermenîstanê bi wedê du salava dirêjkin. Derheqa wê yekêda wextê civîna bi sernavê “Xçerêya aşîtîyê: yekbûna ewlehîyê û dêmokrasîyê”, borcbirê serokê mîsîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê Marêk Kûbêrskî gotîye û daye dîyarkirinê, ku heger birîyar bê qebûlkirinê, mîsîyayê li Ermenîstanê bimîne. “Bawar bikî mandatê neyê guhartinê, heger wede bê dirêjkirinê. Dewletên endam gerekê nêytralîyê xweykin û bixebitin. Li gunda û nehîyên nêzîkî sînor  meriv dibêjine me wekî ew xwe çareserkirî texmîn dikin, wekî bûyarên li ser sînor kêm bûne.Ew yek bona me girînge bo ku em xebata xwe berdewam bikin”,-ewî gotîye

Zêdetir nîşan bide
Back to top button