Serokkomarê Ermenîstanê dibêje wekî mecal heye ku hetanî dawîya salê peymana aşîtîya tevî Adirbêcanê bê morkirinê

Serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan dibêje wekî mecal heye ku hetanî dawîya salê peymana aşîtîya tevî Adirbêcanê bê morkirinê.
Derbarê wê yekda serokkomar wextê hevpyvîna tevî “Armênprêss” ê û têlêvîzîyona “Şant” ê gotîye.
Bi gotina serokkomar, wê gelekî baş bûya wekî Ermenîstan û Adirbêcan berî civîna li Bekûyê peymana aşîtîyê morkirana, lê ew yek dikare nebe. “Nava wedê nêzîkda, diqewime piştî civîna li Bekûyê, ya COP 29, hetanî dawîya salê mecal hebe qayîlnivîsarê îmzekin, çimkî serecema hîmlî bona herdu alîya jî tiştê qebûlkirinêye”,- serokkomarê Ermenîstanê gotîye.
Bi gotina wî, çawa nava jîyanêda, usa jî nava sîyasetêda hemû tişt hêsa nabe, yan jî nayê dayînê.
“Gerekê îdêlojîya xwe bi sebir pêşda bibin, hema li ser fona wan elametîya, kîjan civaka me û usa jî me nerihet dikin.Em dicêribînin bi gavên usa bersivê bidin, yên ku wê ne ku hal bidine sertkirinê, lê wê bona aşîtîyêbin”,- serokkomarê Ermenîstanê gotîye.
Vahagin Xaçatûryan careke mayîn îzbat kirîye,wekî ew elametîyên ku ji alîyê serokwezîrê Ermenîstanê û nevsên mayîne fermî hatine belavkirinê, yên derheqa îmzekirina peymana aşîtîyê, dîsa ser wê tabîyêne.
Bi gotina serokkomar, gavên bona îzbatbûna aşîtîyê nava encamên wan xebatên wededirêjda hatine avîtinê.
“Rîya tek-tenê aşîtîye. Xwestina şerkirinê ji alîyê Ermenîstanêda tune, nenihêrî wê yekê wekî alîyê azêrîya dibêjin, ku giva em bona şêr xwe amade dikin. Cimeta Ermenîstanê û hemû kes dibînin wekî em bi xebateke mayînva mijûlin, ya ku bona zêdekirina parastina welatê meye.Em gerekê sîyaseta xweye bona îzbatkirina aşîtîyê berdewam bikin. Bi çiqasîva ew yek wê çê bibe, ez niha naxwezim pêşda bêjim û hewcetîya wê yekê jî tune, çimkî emê bighîjine encamekî bona ku tevî welatên cînar nava aşîtîyêda bijîn”,- serokkomarê Ermenîstanê gotîye.
Serokkomar gotîye wekî ew çi ku li Kafkasîya Başûr diqewime, careke mayîn dide kifşê,wekî baştire nava pêvajoya wededirêjda bighîjine aşîtîya tam, lê ne ku rojekê pêva mijûlbî û paşê hişyarbî û ber çevê xwe bibînî ku tu nava şêrdanî.







