Ginêl Sanosyan hatîye şandinê li Tirkîyayê

Wezîrê serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma Ginêl Sanosyan 15-16 ê cotmehê şandine Komara Tirkîyayê (Stembolê).15 ê cotmehê wezîr beşdarî kongreya cîhanî ya fêdêrasîyona rêyên Navneteweyî bûye.
Wezîr Sanosyan di axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku di şert û mercên gêopolîtîk yên heyî de avakirina kanalên ragîhandinê yên nû, pêbawer û bikêrhatî, ji nû ve destpêkirin û bi ewlekirina binesazîyên veguheztinê yên berê dixebitîn, ji bo hemî welatên cîhanê girîngîyeke bingehîn wergirtîye ji ber ku hebûna binesazîyên pêşkeftî û geşepêdana rêjeyî ya erdî ya hemûyan yek ji faktorên herî girîng e ji bo dabînkirina geşepêdana domdar ya welatan û bextewarîya xelkên ku tê de dijîn. “Rakirina tam ya binesazîyên aborî yên di navbera hemû dewletên herêmê de, pêşxistina kanalan û bilindkirina asta pêwendîyê di nav pêşanîyên hukumeta Komara Ermenîstanê de ne. Sanosyan destnîşan kir ku ji bo avakirina aşîtîya mayînde û bi îstîqirar li Kafkasya Başûr, hukumeta Komara Ermenîstanê projeya “Xaçerêya aşîtîyê” pêş xist”,- Sanosyan daye kifşê.
Li gorî wezîr, Komara Ermenîstanê amade ye ku hemî kanalên ku di nav axa wê ya serwêr re derbaz dibin ji nû ve bide destpêkirin, kanalên nû ava bike, ji bo ewlehîya mal, wesayît, mirov, xetên borîyan, xetên êlêktrîkê yên ku di Ermenîstanê re derbaz dibin bê ferq bike. “Projeya me ya “Xaçerêya aşîtîyê” ya ku me pêşnîyar kirîye, tê wê wateyê ku divê hemû binesazîyên aborî û veguhestinê yên herêmê bên rakirin û li ser esasê wekhevî û hevdudîtinê di bin serwêrî û hiqûqa welêt de tevbigerin”,- wezîrê serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma daye kifşê.







