H’emû nûçeSereke

Di nava 5 salan de 28 dozên xîyaneta dewletê hatine eşkerekirin: midûrê ewlekarîya neteweyî ya Ermenîstanê

Salên 2019-2024  a da 86 sûcên li dijî bingehên nîzama destûrî û ewlekarîya dewletê hatin eşkerekirin, di nav de 28 dozên xîyaneta dewletê bi sîxurîyê hatin kirin.

Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, midûrê ewlekarîya Neteweyî Armên Abazyan di rûniştinên meclîsê yên li ser rewşa sûcên 2019-2024 a  gotîye.

Ewî da zanîn ku di heyama dîyarkirî de, sêrvîsa ewlekarîya neteweyî di çarçoveya têkoşîna li dijî tawanan de tedbîrên pêwîst pêk anîn. “86 sûcên li dijî bingehên nîzama destûrî û ewlekarîya dewletê hatin dîtin, ji wan 28 haletên îxaneta dewletê digel sîxurîyê, 2 haletên sîxurîyê jî di warê têkoşîna li dijî komên sûcên organîze û bineçanda sûc. 77 sûc, xwedîkirina çek, çek û madeyên din yên xeternak û 170 sûcên li dijî gera qanûnî ya tiştan, 295 sûcên li dijî derketina derqanûnî ya hişbir û madeyên derûnî”.

Di heman demê de, di navbera salên 2019-2024 de, ewlekarîya neteweyî ya Ermenîstanê nêzîkî 8000 agahdarîya binpêkirinên ku di dema karûbarên xizmetê de hatine dîtin, radestî sazîyên din yên qanûnê yên Ermenîstanê kir, ku li ser bingeha wan 2 350 dozên sûc ji hêla sazîyên lêpirsînê ve hatine destpêkirin.

Rêvebirê ewlekarîya neteweyî ya Ermenîstanê her wiha gotye, tenê sala 2024 a de derdora 2 mîlyon hewildanên êrîşa sîber hatine astengkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button