H’emû nûçeSereke

Serokên Hindistanê, Çînistanê, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Fransîyayê wê beşdarî civîna li Adirbêcanê, ya  COP29 nebin: The Hindustan Times

Serokwezîrê Hindistanê Narêndra Mod dikare rûyê pirsgirêkên van dawîyara beşdarî civîna li Adirbêcanê nebe. Derbarê wê yekda rojnama hindîye  The Hindustan Times ê  nivîsîye.

Ev yek dikare mecala hevdîtina hevkarê serokê Hindistanê bide betalkirinê.

Li gorî kanîyên înformasîyon, piştî seredana wezîrê Hindistanêyî karên der, ya li Îslamabadê, alîyê Pakîstanê hewaskarîya xwe hindava hevdîtina serokatîyên herdu welata daye dîyarkirinê, bona ku hewil bidin ku nava pêwandîyên herdu welatada careke mayîn hevdîtin bêne teşkîlkirinê.

Serokê Çînistanê, serokê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Fransîyayê jî dikevine nava navnîşa wan seroka, yên ku bi texmîn wê beşdarî civînê nebin.

Serokwezîrê Îsrayêlê Bênyamîn Natanyahû derheqa beşdarbûna xweda îzbat nekirîye.

Hê pêşda hatibû elamkirinê,wekî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn jî wê beşdarî hemcivînê nebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button