Di demeke nêz de, em ê biryar bikin ku Ermenistan di kîjan astê de beşdarî konfêransa COP29 bibe: cîgirê wezîrê karên der

Ermenîstanê ji bo beşdarbûna konfêransa COP29 ji Bekûyê vexwendname wergirtîye, li ser navê wezîrê karên der yê Ermenîstanê hatîye wergirtin.
Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, alîkarê wezîrê karên der yê Ermenîstanê Parûyr Hovhannîsyan di axaftina xwe ya bi Factor.am re de agahî daye.
Li gorî wî, niha mijara beşdarbûna Ermenîstanê di konfêransa COP29 de ji alîyê hukumetê da tê gotûbêjkirin. “Ev mijar hem ji alîyê avakirina aşîtîyê, hem jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên mirovî û hem jî ji ber rojeva bûyerê ji çend alîyan ve tê gotûbêjkirin. Hûn dizanin ku ew bûyera navneteweyî ya herî bi prêstîj e ku ji bo guhartina avhewa armanc dike. Li gorî van şert û mercên ku min behs kir, di demeke nêz de em ê biryarê bidin ku Ermenîstan di kîjan astê de temsîla wê bike”,-Hovhannîsyan elam kirîye.
Li ser pirsa gelo pêkan e Ararat Mîrzoyan beşdarî COP29 bibe yan na, Parûyr Hovhannîsyan gotîye ku ew ji tu vebijarkê dûr nakevin. Li gorî wî, her tişt girêdayîye pêşveçûyînên hefteyên pêşda.







