Tê pêşbînîkirin ku di sala 2025 a de li Ermenistanê mezinbûna aborî bi 5,6 selefbe: Vahê Hovhannîsyan

Tê plankirin ku mezinbûna aboriya Ermenistanê di sala 2025 a de 5,6 selefbe. Wezîrê darayî yê Komarê Vahê Hovhannîsyan di civîna hevpar ya komîteyên daîmî yên meclîsê de di dema nîqaşkirina pêşnûmeya byûcêya dewletê ya sala 2025 a ya 28 ê cotmehê li meclisa neteweyî da daxuyanî da.
“Em pêşbînî dikin ku mezinbûna aborî sala 2025 a da 5,6 selefbe. Wê dêflator 3,5 selef mezin bibe û mîqdara navmalî ya berhema navxweyî wê bibe 11 trîlyon 50 mîlyard diram”.
Wezîr her wiha got ku tê pêşbînîkirin ku di navbera salên 2026-2027 a de mezinbûna aborî ya navînî 5,5 selefbe.
“Di rewşeke wiha de, hukumetê salên 2021-2026 a de plan dike ku plana xwe bi cîh bîne û mezinbûna aborî ya navînî bi 7 selefî mîsoger bike”.
Ewî da kifşê ku armancên wan nehatine guhertin û hukumet wê hewl bide ku sala 2025 a de 7 selef mezinbûnê pêk bîne. Ji bo vê mebestê jî bi gotina wezîr wê hewlên zêde bên kirin û çaksazî jî bên bilezkirin.







