“Pêwîste beriya COP 29 peymana aşîtîyê ya Yêrêvan-Bekûyê bê îmzekirin”: balyozê Fransîyayeyî li Ermenîstanê Hetq.am

Olivîe Dikotînî: «Adirbêcan mecbûr e ku destûrê bide vegera ermeniyan bo Arsaxê”, balyozê Fransîyayê yê li Ermenîstanê Olîvîe Dikotînî di axaftina xwe ya bi hetq.am re gotîye.
Birêz balyoz, ev demeke dirêj e ku nûnerên Ermenistan û Adirbêcanê tenê bi navbeynkarîya wezîrê Amêrîkayêyî karên der dicivin. Ma em dikarin encam bidin ku formata danûstandinên Bryûsêlê têk çûye? Çima?
Li Nyû Yorkê di çarçoveya lijneya giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya ku bi pêşengiya wezîrê karên der yê Amerîkayê Blinkên hat organîzekirin di navbera nûnerên Ermenistan û Adirbêcanê de gotûbêjek hat kirin. Ev nayê wê wateyê ku navbeynkariya Yekîtiya Avropayê rawestiyaye.Yekîtîya Avropayê hîn jî xizmetên xwe pêşkêşî her du aliyan dike. Bi qasî ku ez dizanim, Ermenîstanê pêşniyara Yekîtîya Avropayê red nekir. Û helbet -heger em li danûstandinan û encamên wan binerin, gavên herî girîng û bibandor bi saya navbeynkariya Yekîtiya Avropayê hatin avêtin, nemaze dema ku aliyan di cotmeha sala 2022 a de li Prahayê bi hev re ligel Yekîtîya Avropaye û serokkomar Makron civiyan, ku tê de aliyan careke din tekez kirin pabendbûna wan bi danezana Alma Atayê re, ku ji bo avakirina aştiyek dadmend û mayînde ye.
Adirbêcan bi berdewamî şert û mercên nû ji bo îmzekirina peymana aşîtîyê derdixe pêş û dijminatiya navbeynkarên rojavayî nîşan dide. Nêrîna we li ser îmzekirina vê peymanê çi ye?
Li gorî min pêwîstiya îmzekirina peymana aşîtîyê lezgîn e. Ji alîyê serokwezîrê Ermenîstanê ve jî gelek caran hatiye ragihandin ku piranîya peymanê ji berê ve hatiye lihevkirin. Serokwezîrê Ermenistanê dilxwaziya xwe diyar kir ku ew tiştên ku ji niha ve li ser bingehê peymanê hatiye lihevkirin îmze bike, dibe ku gotûbêjên din li ser mijarên ku nehatine çareser kirin çêbibin. Adirbêcan xwedî berpirsîyariyeke taybet e, nemaze ku wekî organîzatorê COP 29 (29 emîn civîna beşdarên peymana çarçove ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser guhertina avhewayê), bala navneteweyî dikşîne ser xwe, ku dibe sedema berpirsyariyên navneteweyî yên taybetî ji bo wê. Di vê qonaxê de berpirsiyarîya wan ya sereke ew e ku bi Ermenistanê re peymana aştîyê pêk bînin.
Heger ew dereng bixin û berî COP 29 peymanê îmze nekin wê çi bibe?
Divê ev pirs ji Adirbêcanê re bê kirin. Helwesta me zelal e. Şert û mercên peymana aşîtîyê di cih de ne û divê di zûtirîn dem de bê encamdan. Ev tê wateya beriya COP 29.
Di çarçoveya hevkariya leşkerî ya Ermenîstan û Fransîyayê de, peymanên kirîna çek û cebilxaneya parastinê hatin îmzekirin. Derfetên berfirehkirina hevkariyê çi ne? Gelo endamtîya Ermenistanê di Organîzeya Peymana Beqezîyabûna Kolêktîve de asteng e li pêşîya hevkarîyên leşkerî yên kûr?
Em endambûna Ermenîstanê di Organîzeya Peymana Beqezîyabûna Kolêktîve de, ku hukumeta Ermenîstanê wek “endamtîya qerimandî” bi nav dikin, wek astengî nabînin ku Ermenîstanê bi alavên leşkerî yên ku ji bo parastina gel, xak û serwêriya wê hewce dike, peyda bike. Me got û me kir. Me ev yek ji hevkarên xwe re, di nav de hevalbendên me yên NATO yê re eşkere kir. Ji ber vê yekê ji bo me tu tabû tune. Em kêfxweş in ku welatên din yên wek Hindistanê jî bi Ermenîstanê re dest bi hevkariya leşkerî kirine. Û em hêvîdar in ku wê bêtir welat beşdarî bibin.







