H’emû nûçeSereke
Ji alîyê welatên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda li Ermenîstanê învêstîsîyayên bîyanî gihîştine 22,5 mîlyon dolarî

Ji alîyê welatên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda, nava êkonomîka Ermenîstanêda, nava şeş mehên salêye ewlinda, învêstîsîyayên bîyanî gihîştine 22,5 mîlyon dolarî.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derbarê wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Gêvorg Papoyan wextê civîna komîsîyayên parlamêntê, ya derheqa byûcêya sala 2025 a da, gotîye.
“Nava wedê ji çileya sala 2024 a hetanî meha hezîranê, învêstîsîyayên bîyanî ji alîyê welatên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda gihîştine 26,5 mîlyon dolarî. Hema nava wî wedeyîda jî ketina învêstîsîyayên bîyanî ji alîyê wan welatada gihîştîye 22,5 mîlyon dolarî”,- Papoyan gotîye.







