H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê îsal 93 mîlyon dolarî zêdetir  daye byûcêya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, ne ku ewê stendîye

Ermenîstanê îsal 231 mîlyon dolar daye byûcêya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derbarê wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî Êkonomîkayê Gêvorg Papoyan wextê civîna komîsîyayên parlamêntê, ya derheqa byûcêya sala 2025 a da, gotîye.

Ji meha çileda hetanî meha cotmehê, ji Ermenîstanê 231 mîlyon dolar çûye byûcêya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û ewê 138 mîlyon dolar stendine. Firqîya wê yekê 93 mîlyon dolare. Ewê diha zêde daye byûcêya tomerî, ne ku stendîye”,- wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button