H’emû nûçeSereke

Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê nabe parek ji alozî û hevrikîyên navçeyê

Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê amajeyê dide: “Li şûna ku Îraq bikeve nav şerekî demdirêj yê deverê, bila kar li ser pêşxistina wê bê kirin û jêrxaneyeke bihêz ya tendirustî û perwerdeyî û jîyarî jê re bê çêkirin”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî   li Hewlêrê di çarçoveya dîbeyteke dîdara Mêrî 2024 ê de li ser şer û pêşveçûyînên Rojhilata Navîn gotîye: “Bawerîya min wesa nîne ku çi arêşeyek bi şerî bê çarekirin, heta ew welat jî yên ku di nav şerî de ne, di encamê de divê arêşeyên xwe bi awayekî aşîtîyane çare bikin”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa amaje daye: “Îraq wek dewlet û xelkê wê şîyanên wê yekê nînin ku bikevin nav şerekî demdirêj yê deverê û çi berjewendî jî ji bo Îraqê tê de nînin”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa wê yekê jî kir, ya ku ji destê wan hatîye pêxemetî vê yekê kirîye û berdewam daxwaz jî kirîye ku Îraq ji vî şerî dûr bikeve.

Mesrûr Barzanî tekez jî kirîye:“Herêma Kurdistanê wê pareke çareseriîê be, ne ku pareke şer û çêkirina metirsîyê be, ne ji bo Îraqê û ne jî ji bo cînarên wê”.

Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê pêdivî jî dît ku, Îraq li şûna ku bikeve nav şer û alozîyan, rolê aşîtîyê û berdewamkirina dîyalogê û çareserîyê bibîne, ne ku bibe meydana hevrikîyan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button