H’emû nûçeSereke

Bekû civîna COP 29 wê bona pêşdabirina berjewandîyên xwe bide xebatê:Transparency International

Dinîya li ber qezîya guhartina klîmayê sekinîye, ya ku girêdayîye derketina gazên cûre-cûreva û ew yek girêdayîye wê yekêva,wekî ewqas ardû tê deranînê. Qezîya usa jî heye wekî civîna li Bekûyê dikare bona wê yekê bê xebitandinê, bona ku rojeva deranîna neftê û gazê bidine pêşxistinê.

Tunbûna mecalên şerkarîya dijî ruşetxwerinê têberdana mezine, nenihêrî wê yekê ku kîjan welat civîna guhêrîna klîmayê li cem xwe qebûl dike.

Nava raporta Transparency International ê û Anti – Corruption Data Collective ê da  hatîye dîyarkirinê ku rêjîma azêrîya, kompanîyayên neftê û gazê û lobbîstên wan berî civînê xebitîne bona ku tehsîra mezin bidine kifşê.

Fikireke usa heye wekî hukumata Adirbêcanê wê civînê bona wê yekê bide xebatê, bona ku progiramên xweye neftê û gazê bidine pêşxistinê û peymanên nû bidine morkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button