H’emû nûçeSereke

Zêdetirî 5 dehan endamên parlamêntoya Avropayê bang li Adirbêcanê kirin ku berîya COP29 hemû girtîyên  ermenî aza berde

Berîya COP29 ku li Bekûyê bê lidarxistin, zêdetirî 50 parlamêntarên hemû fraksîyonên parlamêntoya Avropayê daxuyanîyeke hevpar dan, tê de tekez kirin ku COP29 ne tenê konfêranseke avhewayê ya bibandor û girîng e, di heman demê de pabendbûna bi prînsîpên edaletê jî heye.

i gor rapora nûçegîhanê “Armênprêss” ê ji Bryûsêlê, 52 parlamêntarên parlamêntoya Avropayê, li ser biryar û raporên pêwendîdar yên parlamêntoya Avropayê yên ku ji gulana sala 2021 ê ve hatine pejrandin, daxwaz ji hukumeta Adirbêcanê kirin ku demildest û bê şert û merc hemû girtîyên ermenî yên li Adirbêcanê  di nav de serkirdayetîya leşkerî û sîyasî yên berê yên Qerebaxa Çîya aza bike.

Parlamêntarên parlamênta Avropayê bang li rayedarên Adirbêcanê dikin ku dev ji qirkirina mîrata çandî û olî ya ermenîyan, di nav de keşîşxane,kevirxaç û ji nû ve nivîsandina dîrokê, berdin. Parlamêntarên Avroparlamêntê bang kirin ku yekparebûna mîrata çandî ya Ermenîstanê bê mîsogerkirin.

Endamên parlamêntoya Avropayê bi berçavgirtina daxuyanîyên mezin yên Bekûya fermî, daxwaz dikin ku xwe ji gef û êrîşên ser Komara Ermenîstanê dûr bixin û hêzên çekdar yên Adirbêcanê ji axa Komara Ermenîstanê ya dagîrkirî vekişînin.

Parlamenter her wiha bang li sazîyên rêveber yên Yekîtîya Avropayê, konsêya Yekîtîya Avropayê, komîsîyona Yekîtîya Avropayê, nûnera bilind ya karên der û polîtîkayên ewlekarîyê ya Yekîtîya Avropayê dikin û bang dikin ku guh bidin biryarên parlamêntoya Avropayê û li gorî ruhê wan tevbigerin.

Di van mehên dawîn de, ofîsa Avropayê ya Hay Dat li ser hişyarkirina parlamêntoya Avropayê dixebitî. Ev daxuyanî û înîsîyatîvên din yên bi vî rengî encama xebateke berdewam in.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button