H’emû nûçeSereke

Ûrsûla fon dêr Lêyên û cêrge rêberên welatên mayîne mezin wê li Bekûyê beşdarî civîna COP 29 nebin:Reuters

Rêberê hemcîhanêye mezin, nava wanda Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Yekîtîya Avropayê û Brazîlîya têra dibînin beşdarî vê civîna derbarê klîmayêda, ya COP 29 nebin, ya ku li Bekûyê wê pêk bê. Derbarê wê yekêda  Reuters ê nivîsîye.

Seroka komîsîya Avropayê Ûrsûla fon dêr Lêyên jî wê beşdarî civînê nebe. Derbarê wê yekêda ewê gotîye ajansa  Reuters ê. Berdeva komîsîyayê daye dîyarkirinê,wekî komîsîya avropayê nava êtapa derbazbûnêdane û seroka wê wê guhdarîyê bide ser borcdarîyênê xwe.

Serokê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên jî wê beşdarî civîna li Bekûyê nebe.Serokê Brazîlîyayê jî wê beşdar nebe.

Çînistan, Japonîya, Aûstralîya û Mêksîka jî, rêberê wan beşdar nabin.

Ji Yekîtîya Avropayê, serokê şêwira Avropayê Şarl Mîşêl û serokê sîyaseta klîmayê wê beşdarbin.

Em bêjin,wekî serokatîya dêlêgasîya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî wê şêwirmendê Co Baydên Con Podêstayê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button