H’emû nûçeSereke

Bekûyê elam kirîye wekî bona beşdarbûna li civîna COP 29  67 000 meriv hatine rêgîstrasîyakirinê

Xebatên amadekirina civîna COP 29 îdî bi temamî ser hevda hatine. Derbarê wê yekêda alîkarê serokê Adirbêcanê Anar Alêkbarov elam kirîye.

“Bekûyê elam kirîye wekî bona beşdarbûna li civîna COP 29  67 000 meriv hatine rêgîstrasîyakirinê, 85 selef  ji  17 500 odên mêvanxana îdî hatine frotanê”,- ewî gotîye û daye dîyarkirinê, wekî bona belavkirina înformasîya, 3 500 wekîlên çapemenîyê hatine rêgîstrasîyakirinê, piranîya kîjana îdî li Adirbêcanêne.

Alêkbarov bîr anîye, wekî vekirina COP 29 wê 11 ê mijdarê pêk bê.

“12-13 ê mijdarê civîna rêbera wê pêk  bê, lê hevdîtina kulfetên ewlin wê 12 ê mijdarê li zona Kesk pêk bê. Civîna bi fermî 22 ê mijdarê wê ser hevda bê, lê ew zeman dikare bê dirêjkirinê, çimkî ewê hevraxeberdanava girêdayîbin”,-ewî gotîye.

Em serda zêdekin,wekî rêberên hemcîhanî, yên welatên mezin, yên mînanî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Fransîyayê, Çînistanê, Hindistanê, Almanyayê, Rûsîyayê, Brazîlyayê, Japonê û welatên mayîn wê beşdarî civînê nebin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button