H’emû nûçeSereke
Raporta komîsîya lêkolînkirina şerê 44 roje îdî ser hevda hatîye: ewê bi temamî bê belavkirinê: Koçaryan

Raporta komîsîya ku menîyên şerê 44 roje lêkolîn dike, wê li parlamêntê bê belavkirinê. Derbarê wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, serokê komîsîya parlamêntêye parastinê û ewlehîyê, Andranîk Koçaryan gotîye.
“Raport amadeye.Gele rûpel hene û tenê raberkirina vîdêyoya çawa nivîsar xebateke mezine, lê ew jî ser hevda hatîye.Civak haj pê tune ku kîjan beşa raportê wê girtîbe, kîjan wê bê belavkirinê, lê wextê civînên parlamêntê ewê bê belavkirinê”,-Koçaryan gotîye. Bi wê yekêva tevayî serokê komîsîyayê gotîye,wekî wedê belavkirina raportê nehatîye teribandinê û gotîye wekî dikarin îşê mehkemê jî bêne vekirinê.







