Serokwezîrê Ermenîstanê peymanên bi Adirbêcanê re eşkere kirîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di danûstandinên vê dawîyê yên Ermenîstan-Adirbêcanê de, bi taybetî di konfêransa BRICS ê ya li Kazanê ya bi serokkomarê Adirbêcanê re pêşî li dora maseya konfêransê, paşê di forma axaftineke taybet de eşkere kirin.
Serokwezîrê Ermenîstanê qebûl kir: “Ez dilxweşîya xwe ji bo peywendiîên xwe yên bi serokkomarê Adirbêcanê re û bi karmendên berfireh re dîyar dikim. Dibe ku hinekî ecêb xuya bike, lê wan sohbetek wusa dirêj ne ji zû ve, ne jî qet nekiribû. Bi ser de jî, bi kêmanî min, me hîs kir ku piçek pirsgirêka rastbûnê heye, ji ber ku serkirdeyên din diaxivin, me di wê demê de fikrên xwe li hev didan, lê axaftinek girîng çêbû”.
Li gorî Paşînyan ev hevdîtin dikarin du encamên berçav bidin. Bi ya yekem, serokwezîr behsa “peymana stratêjîk” di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de dike.
Li gorî nêrîna min, beşa herî girîng ew bû ku ji bo pêkvejîyana aştîyane û Ermenîstan û Adirbêcan ne tenê “peymana aşîtîyê” û peymanên cûrbecûr hewce ne, lê her weha hewceyê peymaneke stratêjîk jî heye ku em ê li ser çi biryarên serbixwe bixebitin, dewlet di sedsalên pêş de wê li kêleka hev bijîn. Pirsa herî girîng û bingehîn ev e. Di derbarê wê peymana stratêjîk de hin fikrên min hene û li wir jî tu veşartî tune. Di bingeh de, fikira me ya peymaneke stratêjîk li ser bingeha têgeha Ermenîstana rastîn e”.
Encama paşerojê dibe ku bi mijara vekirina rêyan ve girêdayî be, ku li gorî serokwezîr, çareserîyên wê ji niha ve pir nêzîk in.
Tişta girîng ya din ya ku li Kazanê qewimî ev bû ku pir xuya dike ku em dikarin di warê vekirina peywendîyên herêmî de bibin xwedî çareserîyek ku di rastîyê de dikare bê çareser kirin û bi hev re û bi tevahî bê pejirandin. Me berê jî ev pêşnîyar bi nivîskî raberî Adirbêcanê kir û ez jî bêjim ku me pêşnîyarên xwe yên derbarê her du xalên mayî yên “Peymana aşîtîyê” de, eger ez ne şaş bim, roja duşemê me raber kir.
Serokwezîrê Ermenîstanê her wiha amaje bi daxwaza bênavber ya serokkomarê Adirbêcanê ya ji bo guhertina destûra bingehîn ya Ermenîstanê berîya îmzekirina “Peymana aşîtîyê” kir. Helwesta fermî ya Yêrêvanê jî ew e ku pêwîstî bi guhertina destûra bingehîn nîne. Serokwezîr ji bo vê yekê hincetên cuda pêşkêş dike.
Serokwezîr ragîhand, di metna destûra bingehîn ya Komara Ermenîstanê de, raste-rast û neraste-rast, di derbarê Qerebaxa Çîyayî de tu xalek nîne, herwiha biryara dadgeha bilind ya Ermenîstanê ya 26 ê îlona sala 2024 a de jî heye li gorî rêziknameya sînorkirinê. Serokwezîr Paşînyan wek argûmana yekem bi bîr dixe ku di navbera ragîhandina serxwebûnê û makezagonê de ferqeke hiyerarşî ya eşkere heye, li gor mantiqê wê, destûra ku ji alîyê gelên serwêr yên dewleteke navneteweyî ve hatîye qebûlkirin ji 15 dewletên yekîtîyê bilindtir e. Beşek ji danezana serxwebûnê ya Yekîtîya Sovyêtê ye ku ji hêla sazîya dewletê ya yek ji komaran ve hatî pejirandin.
Rewangeha duyem ya serokwezîr behsa destûra bingehîn ya Adirbêcanê dike, ku li gorî wê Adirbêcan xwe paşgirê komara yekem dibîne.
Di sermaweza sala 1919 an de Komara Adirbêcanê nexşeya xwe ya îdarî raberî Antantayê kir, ku li gorî wê nexşerêya Adirbêcanê tevahîya Vayos Dzorê yên Syûnîkê yên Komara Ermenîstanê û her wiha herêmên Araratê, Armavîrê, Gexarkûnîkê, Tavûşê dihewîne. Herêmên Lorî û Şîrakê 60 selefê xaka îroyîn ya Ermenîstanê digire li dijî Komara Ermenîstanê îdîayên erdî ye”.
Lê belê Komara Ermenîstanê mijara guhertina destûra bingehîn ya Adirbêcanê dernaxîne rojevê. Nîkol Paşînyan vê gavê bi du hincetan rave dike. Ya yekem, ew di wê bawerîyê de ye ku daxwazek bi vî rengî wê bibe sedema xitimandina proseya aşîtîyê ya Ermenîstanê û Adirbêcanê û ya duyemîn jî, di beşa lihevkirî ya peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de bendek heye ku tê de tê gotin ku alî nikarin behsa wê bikin, qanûnên wan yên navxwe ji bo nehiştina vê peymanê rewa bikin. Di xaleke din ya peymana aşîtîyê ya lihevkirî de tê gotin ku alî yekparçeyîya axa hevdu nas dikin, tu îddîayên erdî li hember hev nînin û di paşerojê de jî wan îdîayan nakin.
Di derbarê prosêdûrên navxweyî yên Komara Ermenîstanê de jî, eger “Peymana aşîtîyê” piştî ku hat îmzekirin û erêkirin ji dadgeha bilind û meclisa neteweyî re derbas bibe, wê demê li gor Paşînyan, ew ê ji yasayên qanûnê hêza qanûnî ya bilindtir bistîne.Komara Ermenîstanê û heman tişt ji bo Adirbêcanê jî derbaz dibe.







