H’emû nûçeSereke

Ser destê Elîyêv xwîna ermenîyaye, destdayîna hevdu ya eybe: ez dewê dikim ku Mîşêl ji qulitxê dûrkeve: serokbajarê Nîsayê

Serokbajarê Nîsayê /bajarê Fransîyayê/ Krîstîyan Êstrozîn rûpelê xweyî X ê da beşdarbûna Şarl Mîşêle li civîna COP 29, ya ku li Bekûyê pêk tê, şermezar kirîye û dew kirîye ku Şarl Mîşêl ji qulixa xwe dûrkeve.

Ewî nivîsîye: “Serokê Adirbêcanê dîktatore, li ser destên kîjanî xwîna ermenîyaye.Ev destdayîna hevdu ya eybe, çimkî ew cimeta ermenî û bîranîna wan meriva bêhurmet dike, yên ku dijî paqijkirinên êtnîkîye li Arsaxê bûne. Şarl Mîşêl îdî nikare çawa serokê Şêwira Avropayê bimîne.Ez dewê ji Êmanûêl Makron dikim ku Mîşêl ji qulixa xwe dûrkeve û ez piştgirîya xwe hindava cimeta ermenî didime kifşê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button