H’emû nûçeSereke

Bûyarên usa jî hebûne, dema ku li Adirbêcanê rûyê zêrandinada ermenî wefat bûne: Sahakyan

Bûyarên usa jî hebûne, dema ku li Adirbêcanê rûyê zêrandinada ermenî wefat bûne.Derbarê wê yekêda wextê civîna bi têma derbarê agrêsîya Adirbêcanê û mafên mêrive li dor-bera, wekîla berjewandîyên dîlên ermenî, ya li mehkema navneteweyî Sîranûş Sahakyanê gotîye.
Ewê bîr anîye,wekî jin û merivên emirda mezin jî hatine zêrandinê, yên ku opêrasîyonên leşkerîva girêdayî nîbûne.
Sahakyanê serda zêde kirîye, wekî anîna advokata jî tiştekî formal bûye û bi hazirîya wan ermenî hatine nuxsankirinê.
“Ji destpêka şerê 44 roje nêzîkî 300 ermenî dîl ketine destê Adirbêcanê. Ji wana 210 meriv paşda vegeryane û gilî usa jî derheqa wan merivadane, yên ku şerê 44 rojeva girêdayî nîbûne, çimkî ew berî sala 2020 î dîl ketine.
Roja îroyîn 23 ermenî li Adirbêcanê girtîne.
5 meriv sala 2020 î hatine girtinê, yên mayîn jî sala 2023 a. Nava wandanin usa jî serokên Arsaxêye berê, usa jî dîlên leşkerî û sîyasî”,- Sahakyanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button