“Ermenîyên Arsaxê ji bo mafên xwe şer kirine”: Tûnbêrgê banga berdana girtîyan kirîye

Civaka cîhanê erka azadkirina him girtîyên sîyasî, him jî girtîyên şer û him jî girtîyên din yên li Adirbêcanê girtibe ser milê xwe.
Civaka cîhanê gerekê cesareteke wiha bigire.Ekoaktîvîsta navdar ya swêdî Grêta Tûnbêrg di konfêransa 14 ê mijdarê ya bi navê “Êrîşa Adirbêcanê ya li dijî mafên mirovan û parastina jîngehê” de gotîye.
Bi texmîna wê, lidarxistina COP29 li Bekûyê bêtir dijwarîyan çêdike.
“Rêberên cîhanê li Adirbêcanê ne û ditirsin bêjin ji ber çi dikarin bên cezakirin. Adirbêcan bêceza dimîne, di berdêla binpêkirina mafên mirovan de kes daxwaza wê nake.
Ji ber ku serokên cîhanê li wir in, kes ji bo bêçalaktîyê tiştekî ji wan naxwaze. Ev sîleyek e ji bo mexdûran û guherîna avhewayê û rêjîma Elîyêv.
Çawa dikare COP29 li Adirbêcanê bê lidarxistin, ku tê de hurmetek herî biçûk jî ji mafên mirovan re tune? Û gelo welatên weha rojeva avhewayê biryar didin? Konfêransên bi vî rengî nikarin tiştekî erênî bînin rojevê”,- Tûnbêrgê daye kifşê.
Ewê bal kişand ser wê yekê ku ermenîyên li Arsaxê ji bo mafên xwe, mafê jîyan û jîyanê têdikoşin.







