Bekûyêra li hev nayê ku nava dorana COP 29 a da dora pirsê fînansî konsêsûsê bide çareserkirinê

Çapemenîya azêrî elam dike wekî wextê civîna li Bekûyê, ya derheqa guhartina klîmayêda, hevraxeberdan nava atmosifêra sertda pêk tên. Bi mêvandarî qebûlkirina civîna COP 29, Adirbêcan gerekê nava wê yekêda rola navçîgarîyê bilîze û bicêribîne wan pirsa bide helkirinê, yên ku derheqa wê yekêdanin, ku dewletên pêşkeftî gerekê alîkarîya hersale bidine dewletên zeyîf, li kîderê guhartinên klîmayê hene. Feqet vê pirsêda Bekû nêzîkî teribandina wê mîsîyayêye.
Projeya fînansekirina bernamên bona rastkirina encamên guhartina klîmayê têra divine ku salê 1,3 trîlyon dolar bona parastina klîmayê xerckin.Li gorî çapemenîya azêrî, hevraxebrdan dora sazkirina fonda hersale, ya ji 300 î hetanî 500 mîlyard dolarî pêk tên.Teribandina wan hevraxeberdana dikare zyaneke mezin bide sîyaseta derheqa klîmayêda.







