Çapemenîyа dane dîyarkirinê ku di navbera Rûsîyayê û Ûkraînayêda wê kengê hevraxeberdan destpêbin û qewilên wan wê çi cûreyîbin

Hevraxeberdan di navbera Ûkraînayê û Rûsîyayêda wê bi texmîn sala 2025 a destpêbin û wî çaxî opêrasîyonên leşkerî dikarin kêmbin, çimkî hê agirbest tuneye.Derheqa wê yekêda The Economist ê nivîsîye.
Nava gotarêda hatîye gotinê,wekî peymana aşîtîyê dikare bi van qewila bibe.
Qirîm û Dombas wê bin kontrola Rûsîyayêda bimînin û tê texmînkirinê wekî Rûsîyayê kontrola xwe li ser cîhên başqe jî xweyke, kîjan ketine bin kontrola wê.
Dema ku Tramp destbi serkarîyê bike, dikare usa bibe wekî Ûkraînayê nekeve nava NATO ê û wê bi sala ser hev mecala wî cûreyî nestîne. Derbarê wê yekêda Unian ê elam kirîye.Xêncî wê yekê, hetanî ku danûstandin berdewambin, şer dikare bê qerimandinê û Pûtînê ji Ûkraînayê dewa nêytralbûnê bike, bêyî şêwirdarên NATO ê, eskerên wê, teyare yan jî piştgirîya wê.







