H’emû nûçeSereke
Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der pêvajoya normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê raberî wezîrê Fransîyayê kirîye

Nava doranên seredana xebatêye li Fransîyayê, cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Parûyr Hovhannîsyan rastî wezîrê Fransîyayêyî pirsên Avropayê Bênjamên Hadad hatîye.
Wextê qisê, pirsên derbarê pêwandîyên Ermenîstanê û Fransîyayê û usa jî mecalên kûrkirina hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê hatine gotûbêjkirinê.
Alîya bi razîbûn derheqa dereca bilind, ya dîyaloga sîyasîye di navbera Ermenîstanê û Fransîyayêda dane dîyarkirinê û girêdayî qewînbûna hevkarîya dualîra xeberdane.
Parûyr Hovhannîsyan pêvajoya normalkirina pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, usa jî projeya hukumata Ermenîstanê, ya bi sernavê “Xaçerêya aşîtîyê” raber kirîye.
Xeberdan usa jî derheqa pirsên rojeva navneteweyî û herêmîda çûye.







