Belgeya dawî ya COP29 hate pejirandin: welatên pêşkeftî 300 mîlyard dolar alîkarî kêm hesib dikin

Beşdarên rûniştina 29 a konfêransa guhertina avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî li hev kirin ku heta sala 2035 a hejmara alîkarîya avhewayê ya ji bo welatên feqîr bê zêdekirin.
Ev drav divê rê bide welatên pêşkeftî ku tedbîrên ji bo têkoşîna li dijî guherîna avhewa fînanse bikin, û hem jî xwe bi bandorên germbûna gerdûnî, wek pir caran hişkesalî, bahoz û lêhîyan biguncînin.
Hindistan bi tundî li dijî peymanê derket, lê biryarname bi lihevhatinek fermî hate pejirandin, nûnerê şanda Hindistanê Çandnî Rayna, got ku ev belge “xapandineke optîkî ye”. “Li gorî me, ew ê alîkarîyek ji bo çareserkirina pirsgirêka mezin ya ku me hemûyan heye, nake, lewra em li dijî pejirandina vê belgeyê ne” ewî di civîna giştî ya dawî ya civînê de tekez kir.
Nûnerên çend dewletan gilî kirin ku daxwaza wan ya axaftinê hatîye paşguhkirin. Nûnera Nîgêryayê alîkarîya darayî ya 300 mîlyard dolarî ya welatên pîşesazî wek “henek” û “heqaret” bi nav kir.
Komîserê kar û barên avhewayê yê Avropayê Wopkê Hokstra piştgirî da biryarnameyê. Karbidest got ku “serdemek nû ya fînansa avhewayê” vedibe, û Yekîtîya Avropayê wê berdewam bike ku roleke pêşeng bilîze. Armancên nû azwer in, lê di heman demê de rêalîst in, Hokstra gotîye.
Konfêransa avhewayê COP29 a li Bekûyê ji ber lihevnekirinên li ser pêşnûmeya peymana dawî hat dirêjkirin. Hejmareke ji beşdarên COP29 pêşnîyara welatên pîşesazî ya ji bo terxankirina 250 mîlyard dolar alîkarîya darayî salane heta sala 2035 a bes dîtin.







