SerekeSport

Olîvîê Jîrûn kirasê xwe dîyarî mezada xêrxwazîya ermenîyan kir

Olîvîê Jîrûn, endamê berê yê tîma fûtbolê ya neteweyî ya Fransîyayê, çêmpîyonê cîhanê û lîstikvanê niha yê MLS “Los Ancêlês” ê yê Amêrîkayê, kirasê xwe dîyarî mezadê ya xêrxwazîya Ermenîstanê kir.

Li gor raporta “Armênprêss” ê, li gor nûçeya Haiastan Media ya Fransîyayê, Jîrûn kirasê klûba xwe ya niha “Los Ancêlês” ê ku fransî di fînala kûpaya Amêrîkayê de lîstibû, dîyarî mezadê kir.

“Ez ji dil hêvî dikim ku hûn ji bo xêra xûwîk û birayên me yên xiristîyan yên li Rojhilat û bi taybetî li Ermenîstanê bi comerdî bin”.

Jîrûn par jî beşdarî mezadeke bi vî rengî bû û kirasê lîstikvanê fûtbolê bi 35 hezar yûroyî hat firotan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button