H’emû nûçeSereke
Nîkol Paşînyanê 25 ê kanûnê li Sankt Pêtêrbûrgê serokatîya civîna Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bike:Ûşakov

Civîna şêwira Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî wê 25 ê kanûnê li bajarê Rûsyayêyî Sankt Pêtêrbûrgê pêk bê. Serokatîya civînê wê bike serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, çimkî sala 2024 a da Ermenîstan serokatîyê nava yekîtîyêda dike.
Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, derbarê wê yekêda ajansa TASS ê ragîhandîye û elametîya alîkarê serokê Rûsîyayê Yûrî Ûşakov anîye ber çeva.
“25 ê kanûnê li Sankt Pêtêrbûrgê wê usa jî civîna şêwira Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî pêk bê. Bi hîvîkirina alîyê ermenî, hevdîtin li Rûsyayê tê teşkîlkiinê”,-Ûşakov gotîye.







