SerekeSîyasî

Atîşeyê leşkerî yê balyozxaneya Adirbêcanê ku li Tirkîyayê bi 70 kîlogiram zêr hat binçavkirin, li Bekûyê hatîye girtin

Ataşeyê leşkerî yê Adirbêcanê Xahraman Mamêdov ku li Stembolê bi 70 kîlo zêran hatibû girtin, bi biryara dadgeha leşkerî ya Bekûyê hat binçavkirin. Li gorî mêdyaya Adirbêcanê, Mamêdov di doza tawanê ya ku ji alîyê dezgeha ewlekarîya dewletê ya Adirbêcanê  ve hatîye lêkolînkirin, bi xalên 12.1, 206.3.2, 206.3.3 (qaçaxçîtîya derveyî welat) û 341.1 (îstîsmarkirina rayeya fermî yan zêdekirina desthilatê) tê tawanbar kirin ) ya qanûna tawanan.

Li gorî biryara dadgeha leşkerî ya Bekûyê, ji bo Mamêdov 4 mehan biryara binçavkirinê hat dayîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rojên borî di mêdyaya Tirkîyayê de agahî belav kiribûn ku di taksîyeke ku li nêzîkî navenda bazirganîyê ya Vadistanbulê ya Stembolê rawestîyabû 70 kîlogiram zêr hat dîtin. Kesê ku xwe wek dîplomatekî Adirbêcanê da nasîn, li xwe mikur hat ku zêr yê wî ye. Daîreya têkoşîna li dijî qaçaxçîtîyê welatîyê Adirbêcanê Xahraman Mamêdov girt û 70 kîlogiram zêr desteser kir.

Li gor zanyarîyên ji çavkanîyên Adirbêcanê hatine wergirtin, Mamêdov berê di nav dezgehên ser bi wezîreta berevanîyê de erkên cûre-cûre girtîye û cîhê wî yê dawîn jî balyozxaneya Adirbêcanê li Erebistana Saûdîyê bûye û li wir wek aligirê leşkerî kar kirîye. Salên 2017-2021 ê Mamêdov alîkarê ataşeyê leşkerî yê balyozxaneya Adirbêcanê ya li Dewletên Yebûyî bûye.

Wezîreta karên der û wezîreta parastinê ya Adirbêcanê têkildarî vê mijarê daxuyanîyeke fermî nedan.

Piştî bûyerê, Mamêdov yekser cîguhastî Bekûyê kirin û li wir lêpirsîn dest pê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button