SerekeSîyasî

Nêçîrvan Barzanî roja yekem ya rûniştina parlamentoya Kurdistanê dîyar kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar da ku parlamentoya Kurdistanê 2 ê kanûna pêşin civîna xwe ya yekem li dar bixe.

Berdevkê serokatîya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab di konfêranseke rojnamegerîyê li dar xist û da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî biryar da ku 2 ê kanûna pêşin civîna xwe ya yekem pêk bîne.

Dilşad Şehab eşkere kir ku alîyên sîyasî ji bo avakirina hukumeta gotûbêjan dikin û da zanîn ku aliyên siyasî amede ne ku sozên ku dane xelkê bi cîh bînin.

Şehab Şehab da zanîn ku komîsyona bilind ya serbixwe ya hilbijartinan encamên hilbijartinên Herêma Kurdistanê pesend kir û 24 ê çiriya paşin lîsteya parlamenteran ji serokatiya Herêma Kurdistanê re şand.

Şehab di berdewamiya axaftina xwe de behsa lidarxistina hilbijartinan kir û wiha got:

“Ya ku zehmet bû hilbijartinan hat kirin. Niha ya ku maye avakirina hikûmetê ye û heger îrade hebe hêsan e.

Em hewl didin partiyan li hevdû nêzîk bikin, heta niha tenê komeleya dadgêriyê biryar daye beşdarî civîna parlamentoyê nebe lê me pêwendî bi wan re kiriye û em rêzê li biryara wan digirin.

18 ê çiriya pêşin ya  sala 2024 a dengdana taybet û 20 ê çiriya pêşin jî hilbijartin giştî ji bo şeşemîn serdema parlamentoya Kurdistanê hatin kirin.

Komîsyona bilind ya serbixwe ya hilbijartinên Îraqê encamên destpêkê yên 21 ê çiriya paşin û encamên dawî jî  30 ê çiriya paşin eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, Komîsyona bilind ya serbixwe ya hilbijartinan ya Îraqê rêjeya beşdarbûnê  72,6  selefe.

Komîsyonê diyar kir ku li gorî encamên fermî hejmara kursiyên partiyan wiha ye:

Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK): 39 kursî

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 23 kursî

Newey Niwê (Nifşê Nû): 15 kursî

Yekgirtû: 7 kursî

Komel: 3 kursî

Helwest: 4 kursî

Eniya Gel: 2 kursî

Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: kursiyek

Zêdetir nîşan bide
Back to top button