H’emû nûçeSereke

Ermenîstan tifaqdara me bûye û usa jî dimîne: sêkrêtarê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya kolêktîv

Ermenîstanê xebata nava Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda daye sekinandinê û ew yek tabîya niha sazbûyî, ya desthilatdarîya Ermenîstanê dide kifşê. Derbarê wê yekêda, nava dorana hevdîtinên li Astanayê, sêkrêtarê sereke, yê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv Îmangalî Tasmagambêtov gotîye.

“Ez carekêra bidime dîyarkirinê,wekî ev yek birîyara welatekî srbixweye, li ser kîjanê tu welatek yan organîzeyek nikare tehsîr bike. Çi jî hebe, em difikirin,wekî Ermenîstan tifaqdara me bûye û usa jî dimîne. Em hêvîdarin,wekî Ermenîstanê nava pêşerojêda paşda vegere û beşdarî organîzeyê bibe. Tabîya Ermenîstanê jî wextê civîna Şêwira Ewlehkarîya Kolêktîv hatîye gotûvbêjkirinê”,-Tasmagambêtov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button